Hikumeta veguhêz bi biryarên xwe yên guhertina cihên karmendên saziyên hikumetê û erkdarkirina wan li parêzgeheke din, wan neçarî îstîfayê dike.
Li şûna wan jî karmendên girêdayî xwe bi peymanên taybet bi cih dike.
Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hezaran karmendên saziyên dewletê yên dema îcazeya wan bi dawî bû, neçarî guhertina cihê wan ê kar dike.
Karmendan bi daxwazên cuda li parêzgehên din erkdar dike.
Hin karmendan destnîşan kirin ku hikumet bi vê yekê dixwaze karmend îstîfa bikin û li şûna wan karmendên nêzî xwe bi peymanên taybet erkdar bike.
Çavkaniyek ji “Sîgortaya Civakî” ya girêdayî Wezareta Civakî û Kar a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku hejmara karmendên ber bi îstîfayê ve diçin bûne bi hezaran.



