Sibe li bajarê Sûsê yê kantona Dêrazorê Festîvala 5’emîn a Hinaran dest pê dike, di festîvalê de wê gelek cotkar ji herêmên bakur û Rojhilatî Sûriyê beşdar bibin û gelek cûre hinar werin pêşkêşkirin.
Meclisa Aborî û Çandinî ya Kantona Dêrazorê amadekariyên Festîvala Hindaran a 5’an bi dawî dike.
Festîval bi armanca parstina mîrateya çandina hinaran û teşwîqkirina cotkaran, di heman demê de ji bo xurtkirina rihê tevkariyê û pêkanîna geşkirina mayînde ya çandiniyê, tê lidarxistin.
Di vê çaroveyê de, şêniyên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûnê hatin vexwendin.
Di festîval de wê , rewşa çandiniyê were nirxanidn û axaftin li ser bê kirin.
Piştre dê berhemên hinaran werin pêşandan. Çalakiyên hunerî û çandî jî dê werin lidarxistin.
Her wiha dê pêşbirka hilbijartina berhema herî baş were lidarxistin û kesên serkeftî werin xelatkirin.



