Sefaretxaneya dewleta Tirk di 26’ê Adara 2012’an de xebatên xwe rawestandibûn.
Piştî 12 salan, dema ku rejîma BAAS hilweşiya, dewleta Tirk Sefaretxaneya xwe ya li Şamê vekir. Burhan Koroglû jî wekî malahatguzar hatibû tayînkirin.
Dewleta Tirk cîgirê Wezîrê Karê Derve Nûh Yilmaz wekî Sefîrê Şamê erkdar kir. Bi vî rengî piştî 13 salan cara yekemîn li Şamê sefîr erkdar dike.
Nûh Yilmaz ji 2024’an heta 24’ê Cotmeha 2025’an erka Cîgirê Wezîrê Karê Derve kir.
Beriya wê jî di Wezareta Karê Derve û MÎT’a Tirk de li gel Wezîrê niha yê Karê Derve Hakan Fîdan kar kir.



