Thursday 2026/06/04
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Li gelek navendan bîranîna şehîd Bêrîtan

October 25, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Li gelek navendan bîranîna şehîd Bêrîtan
Share on FacebookShare on Twitter

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê , Heleb û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Bêrîtan hat bibîranîn. Di bîranînan de hate gotin şehadeta wê bersiveke xurt a li hemberî xeta xiyanetê ye û dê mîrate û berxwedana wê di bîra jinên azad de bimîne.

Bi boneya salvegera 33’yan a şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), li bajarên Çilaxa, Amûdê, Qamişlo û Rimêlan ên kantona Cizîrê, bajarê Kobanê yê kantona Firatê û li paytexta Lubnanê Beyrûtê û li Helebê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

RIMÊLAN

Kongra Star bi armanca bîranîna şehîd Bêrîtan civînek li avahiya Sendîqeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Cizîrê li dar xist. Endamên saziyên sivîl û hejmarek şênî beşdar bûn.

Piştî rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê Mehabad Mistefa li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan a ji bo azadiya jin û civakê axivî.

Mehabadê anî ziman ku dilsoziya bi xeta şehîd Bêrîtan û domandina rêya wê wezîfeyeke exlaqî û têkoşînî ye. Her wiha got, mîrateya şehîd Bêrîtan dê ji nifşên bê re jêdera îlhamê bimîne û ji jinan re sembola jina berxwedêr bimîne.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan. Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî merasîma bîranînê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Kongra Star Mura Zoro jiyana şehîd Bêrîtan, berxwedana wê ya li hemberî dagirkerî û xeta xiyanetê vegot.

Mura Zoro got: “Bêrîtan bi lehengî bersiva xeta xiyanetê da û navê wê ket rûpelên dîrokê. Şehîd Bêrîtan di wijdan û bîra her jineke azad de mîrateyek hişt.”

Her wiha sînevîzonek li ser jiyan û berxwedana şehîd Bêrîtan hat nîşandan. Di dawiyê de li ser wesiyeta şehîd Bêrîtan şêranî hat belavkirin.

ÇILAXA

Meclisa Kongra Star a bajarê Çilaxayê jî merasîma bîranînê li Navenda Çand û Hunerê ya bajar li dar xist. Li hola merasîmê wêneyên şehîd Bêrîtan, şehîdê têkoşîna azadiyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Girseyek mezin a şêniyên bajar û gundên Çilaxa, malbata têkoşer Sadiq Badiyan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehên dewleta Tirk de derketibû, her wiha endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Merasîmê bi pêxistina mûman li ber wêneyên şehîd Bêrîtan ji aliyê dayikên şehîd û gerîlayan ve dest pê kir. Piştre jî deqeyek rêz hat girtin. Endama Nivîsgeha Jinan a Navenda Perwerdeyê ya Çilaxa Nizha Seyfedîn behsa têkoşîna şehîd Bêrîtan di nava refên tevgera azadiya Kurdistanê de kir û destnîşan kir ku li hemberî xeta xiyanet û teslîmbûnê çalakiyek li dar xist.

Nizha Seyfedîn destnîşan kir ku Bêrîtan bi berxwedana xwe bû sembola jina Kurd a berxwedêr a ku teslîmbûnê red dike û ji hemû jinan re bûye jêdera îlhamê ku rêya azadî û rûmet bişopînin. Nizhayê di dawiya axaftina xw de soza domandina rêya şehîdan da.

Sadiq Badiyan jî di axaftina xwe de şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand “Şehîd Bêrîtan di dîroka Kurdistanê de bû sembola jiyana azad û vîna xurt. Li hemberî xiyanet û teslîmbûnê rêya berxwedanê hilbijart.”

Di bîranînê de belgefîlmeke li ser şehîd Bêrîtan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên  der barê kesayet û têkoşîna wê de hat temaşekirin. Piştre şêranî li beşdaran hat belavkirin.

BEYRÛT

Kongra Star li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi heman boneyê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Endama Kongra Star Leyla Mihemed ku di merasîmê de axivî, li ser girîngiya çalakiya şehîd Bêrîtan rawestiya û wiha got: “Bi keda xwe, bi xebata xwe, bi çalakiya ku kiriye, ji bo me bû dîrokek. Ji bo artêşbûna jinê bingehek ava kir. Şehadeta Heval Bêrîtan li hember xiyaneta heyî bû bersivek. Kesayetek wê ya taybet heye. Bêyî ku bitirse diaxive, rexne dike, hêz dide jinê. Heval Bêrîtan qedexebûnan derbas dike.”

Leyla Mihemed da zanîn Bêrîtan ji bo ku bikare xebatên xwe xurttir bike, di beşa sînemayê de, di beşa şer de jî gelek ked daye û wiha berdewam kir: “Dilsoziyek wê ya bi Rêber Apo re heye. Dema ku xwe ji ser zinar de davêje jî, dibêje ‘Bijî Serok Apo’. Şehadeta wê, fedayîbûna wê, xwe avêtina ji ser zinar de, wateyek pir mezin dide. Fikrên hevalên wek Bêrîtan, Zîlan, bersîvek e ji bo xiyanetê.”

Leyla Mihemed banga xwedîderketina li têkoşîna Bêrîtanê kir û merasîm bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

MECLISA JINAN A TEV-DEM’Ê

Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Bêrîtan bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şehîd Bêrîtan wateyên herî mezin ên lehengî û biryardariya azadiyê nîşan da, teslîmbûn red kir, beriya ku çeka xwe biteqîne bi dirûşma Bijî Serok Apo xwe ji lûtkeya zinarekî avêt û di dîroka tevgerê de bû sembola têkoşînê.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan bû sembola jina berxwedêr a li hemberî xeta xiyanetê û rêya azadî û rûmetê nîşanî li pêşiya jinên Kurd vekir.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Şehîd Bêrîtan dê meşaleya hêvî û sembola berxwedêrê bimîne û dê ji nişfên bê re bibe îlham ku di rêya azadî û demokasiyê de bimeşin.”

QAMIŞLO

 Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) bi minasebeta 33`yemîn salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Di marasîmê de endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND`ê amade bûn. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd axivî û hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Çalakiya şehîd Bêrîtan çalakiya evîna welat e. Şehîd Bêrîtan da îspatkirin ku ne tenê mêr, jin jî dikarin çekê hilgirin. Xeta şehîd Bêrîtan li Kurdistanê jî belav dibe, em dibînin ku niha jin di nava YPJ`ê de jî cih digirin û bi cihê xwe serbilindin. Şehîd Bêrîtan rêya artêşê ji me re da nîşand dan û jin jî divê di vê rêyê de bidomînin.”

Piştre der barê jiyana şehîd Bêrîtan û çalakiya wê ya fedayî de sînevîzyonek hat pêşandan.

Koma Şehîd Hêva stran gotin û jinên beşdar jî ku li ser wesîyeta şehîd Bêrîtan a ku bila şêranî bê çêkirin, şêranî çêkiribûn û li beşdaran belav kirin.

KOBANÊ

Bi boneya salvegera 33’yan a şehadeta şehîd Bêrîtan, Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê civînek li dar xist.

Bîranîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi amadebûna bi dehan şêniyên Kobanê, malbatên şehîdan û nûnerên rêxistinên jinan pêk hat.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, endama Koordenasyona Kongra Star a Bajarê Kobanê Newroz Dêrsim li ser têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan axivî û wiha got: “Şehîd Bêrîtan xwedî kesayeteke her bi hêz bû, li hember dijmin têkoşîn û berxwedaneke bê hempa da meşandin. Şehîd Bêrîtan her tim ji bo mafên jin têkoşîn dikir û tu carî teslîmkarî qebûl dikir.”

Newroz anî ziman ku divê her jinek xwedî li xeta şehîd Bêrîtan derkevin û şopdarên xeta jina azad şehîd Bêrîtan bin.

Piştre mûm ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vêxistin û sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Birîtan hate pêşandan.

Civîna bîranînê bi dirûşmên “Jin jiyan Azadî” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

HELEB

Meclisên Kongra Star ên beşên rojhilat û rojava yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan rêze civîn li dar xist. Di civînan de jinên her du taxan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û komînan amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin û axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de têkoşîna şehîd Bêrîtan hat vegotin. Hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan bi rihê xwe yê hevaltiyê dihat naskirin, ji wêje û helbestan hez dikir û li hemberî xeta xiyanetê şehadet hilbijart.

Hate diyarkirin ku şehîd Bêrîtan dê di bîra jinên azadxwaz de bimîne û dê jinên şopdarên rêya wê be. Her wiha hate gotin, şehadeta Bêrîtan rê li ber jinan vekir ku di hemû qadan de cihê xwe bigirin. Di dawiyê de jinan şêranî çêkirin û li beşdaran belav kirin.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Dêrazorê jî  jî bi beşdariya bi dehan jinan civînek li navenda xwe ya li bajarê Kisrayê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera meclisa kombûnê Xîtam El Hisên li ser jiyana şehîd Bêrîtan û têkoşîna wê ya azadiyê axivî.

Xîtamê diyar kir ku şehîd Bêrîtan sembola jina azadiyê ye ya şehadetê di serî xiyanetê re dibîne.

Piştre belgefîlmek li ser şehîd Bêrîtan hat temaşekirin. Di dawiyê de beşdaran mûm pêxistin.

Previous Post

Serokkomarê Tirk Erdogan: Em bi sebir ber bi hedefê ve dimeşin

Next Post

Çapemeniya Israîlê: Tevgera Tirkiyê li Sûriyê ji bo Israîlê gef e

Weşana girêdayî

Asayîşê benda li têketina bakurê Hesekê ji nûve aktîv kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Asayîşê benda li têketina bakurê Hesekê ji nûve aktîv kir

Kongira star li Kobanê civînek li dar xist
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Kongira star li Kobanê civînek li dar xist

Cenazeyê şehîd Fayîz Ebdî bi merasîmekê hat veşartin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Cenazeyê şehîd Fayîz Ebdî bi merasîmekê hat veşartin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye