Li Rimêlan Konferansa Sêyemîn ya Meclisa Jinên Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Her wiha di konferansê de endamên meclisa kantonê hatin hilbijartin.
Konferans li hola Aram Tîgran ya çand û Hunerê bi beşdariya dayîk, hevjîn û xwişkên şehîdan pêk hat.
Her wekî endamên saziyên leşkerî, ewlehî û Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê rêzîknameya meclisê hate nîqaşkirin û beşdaran nerînên xwe derbarê wê de anîn ziman.
Di encamnameyê de wiha hate gotin:
Domandina çalakiyên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Xurtkirina têkoşîna bi armanca rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerek bi rûmet ya koçberan.
Lidarxistina perwerdeyên pispor û meslekî ji bo zarokên şehîdan di dema betlaneya havînan de.
Zêdekirina serdanên malbatên şehîdan û vekirina projeyên aborî ji bo hevjînên şehîdan.
Xurtkirina komînên malbatên şehîdan û rêxistinkirina malbatên şehîdan da ku nameyek ji Rêber Apo re bişînin.



