Daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd ya dîrokî ya vekişandina hemû hêzên gerîla di çapemeniya cîhanê de jî cihek berfireh girt.
Di nûçeyan de gelek caran bal kişandin ser avêtina gavên şênber ên qanûnî.
Daxuyaniya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya derbarê vekişîna hêzên gerîla, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Di nûçeyan de gelek caran bal kişandin ser avêtina gavên şênber ên qanûnî.
Reutersê daxuyanî bi sernavê “Milîtanên Kurd ên PKK’yî weke parçeyeke bêçekbûnê ragihandin ku xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin” ragihand.
Reutersê, diyar kir PKK’ê bi biryara vekişînê re di mijara avêtina gavên şênber de zext li Tirkiyeyê kiriye û hate gotin:
“Bi vê gavê re PKK’ê nîşan da ku bi pêvajoyê re dilsoz e û ji hikûmeta Tirk re got ku bêyî dereng bimîne divê gavên pêwîst ên ‘qanûnî û siyasî’ biavêje.
Hat diyarkirin ku divê Enqere bi rêya qanûnên entegrasyonê pêşiya PKK’ê veke ku derbasî ‘siyaseta demokratîk’ bibe.”
Al Jazeerayê jî daxuyanî bi sernavê “PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand.
Al Jazeerayê, bal kişand ser banga Sabrî Ok a amadekirina sererastkirinên hiqûqî û diyar kir ku gavên PKK ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî diavêje, dibe ku hem ji bo QSD’ê ku Tirkiye weke baskekî PKK’ê dibîne û hem jî ji bo seranserî herêmê encamên berfireh bi xwe re bîne.
Associated Press (AP) jî daxuyanî bi sernavê “Rêxistina çekdarî ya Kurd PKK’ê ragihand ku hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne Iraqê” weşand. Di nûçeyê de merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê hate bibîrxistin.
The Times of Israelê jî daxuyanî bi sernavê “Hêzên Kurd ên PKK’yî dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Tirkiyeyê ber bi Iraqê ve kir” da.
Di nûçeyê de wiha hate gotin: “PKK’ê bang li Enqereyê kir ku ji bo parastina pêvajoya aştiyê gavên qanûnî biavêje.”
NBC Newsê jî nûçeya xwe bi sernavê “Koma serhildêr a Kurd PKK’ê ragihand ku şervanên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne” da. Di nûçeyê de hate gotin ku PKK bi dehan sala ye “serhildana xwe” didomîne.”
Di nûçeyê de cih da gotina Sebrî Ok a “Ji bo pêşîlêgirtina pevçûn û provokasyonan, bi erêkirina Abdullah Ocalan em tevahiya hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê.”
https://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/290358
AFP’ê jî ev pêşketina dîrokî bi van gotinan ragihand, “PKK’ê roja Yekşemê ragihand ku ew ê tevahî hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişîne bakurê Iraqê û ji Enqerê xwest ku ‘bê derengmayîn’ ji bo pêvajoya aştiyê bi encam be tedbîrên hiqûqî bigire.”
France 24, daxuyanî weke ‘nîşaneya gihîştina siyasî ya tevgera Kurd’ nirxand.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku vekişîn ji berxwedana çekdarî ber bi têkoşîna demokratîk ve gaveke diyarker e.
Al Arabiya, jî daxuyanî weke “Di şerê demdirêj yê li herêmê de pêşketineke şênber” pênase kir. Di heman demê de bal kişande ser bendewariya xwe ji hikûmeta Tirk ji bo “reforma qanûnî.”
Rojnameya The Independent a Brîtanyayê, ev daxuyanî wekî “Bi vê pêngavê re bandora Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser pêvajoya aştiyê dîsa tê hîskirin” nirxand.



