Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Almaz Romî têkildarî rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya rêber Apo axivî.
Almaz Romî da zanîn ku aştî û demokrasî bi yek alî çênabe û got:
”Ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên ku bandorê li ser pêşveçûna pêvajoyê bikin nehatiye avêtin”.
8 meh di ser Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin de, derbas bû.
Gelek gav ji aliyê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtin, lê dewleta Tirk ti gaveke berbiçav û bi bandor navêtiye.
Derbarê mijarê de, Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Almaz Romî nirxandin kir.
”27 sal in li dijî qirkirin û tunekirinê têkoşîn ranewestiyaye”
Almaz Romî da zanîn ku 27 sal in li dijî qirkirin û tunekirinê têkoşîn ranewestiyaye û got:
Rêber Apo di girtîgehê dest ji têkoşîna xwe ya avakirina civakeke demokratîk û aştiyane, misogerkirina maf û hebûna gelê Kurd berneda.
”Ji her aliyê ve Rêber Apo zemînê serkeftina pêvajoya amade kiriye”
Almaz Romî destnîşan kir ku Rêber Apo zemînê serkeftina pêvajoyê ji her aliyî ve amade kiriye.
”Vekirina pêşiya Rêber Apo dê niyeta çareseriyê teqez bike”
Her wiah Almaz got, vekirina pêşiya Rêber Apo dê niyeta çareseriyê teqez bike.
”Tevgera dewleta Tirk pêvajoyê dixetimîne û lawaz dike”
Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Almaz Romî, anî ziamn ku tevgera dewleta Tirk pêvajoyê dixetimîne û lawaz dike.



