Tuesday 2026/06/16
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Konferansa komînan bi dawî bû

October 28, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Konferansa komînan bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Konferansa Yekemîn a Komînên Kantona Cizîrê ku li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, bi dawî bû û encamname hat xwendin. Yek ji pêşniyarên ku hatiye kirin, pergala Rêveberiya Xweser bikeve nava mifredata dibistanên herêmê.

Rêveberiya Xweser a Katona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa Yekemîn a Komînên Kantona Cizîrê, bi dirûşma “Avakirina Komînê Bingeha Civaka Demokratîk û Azad e” li dar xist. Konferansa bi beşdariya 600 delegeyan, li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Konferansa ku vê sibê di demijmêr 09.00’an de dest pê kiribû, bi dawî bû.

Di konferansê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo komînê, cih û nirxandina komînê di Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin xwendin, rewşa siyasî hat nirxandin û rewşa komînên li kantona Cizîrê hat nirxandin.

Piştî nirxandinên xebatên komînan, endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl konferans nirxand. Aldar Xelîl got: “Ev konferans encama keda we ya bi salan e. Komîn ne rêxistinek û partiyek siyasî ye, komîn (kombûyîn) hatine gel hev e. Ji hev hez bike, çareserkirina pirsgirêkan û civak e. Ji xwe gelê me ji komînê ne dûr e. Em îro bi komînan dixwazin jiyana xwe ya civakî vegerînin. Dema dewlet çêbû jiyana komînan xirab kir, tişta em dixwazin ew e ku ji gelê xwe re bêjin jiyanek ji derveyî dewletê heye. Lê hîna mejiyê me yê pergala dewletê ye. Divê em vê derbas bikin”.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî diyar kir ku vî gelî ji bo azadiyê berdêlek mezin da, dê têkoşîna wan bidome heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê.

Piştre encamname hate xwendin. Hesen Şero bi Kurdî, Hevseroka Meclîsa Gelan a Kantona Cizîrê Ariya Mele Ehmed jî bi Erebî xwend.

Encamnameya Konferansa Komînên Kantona Cizîrê wiha ye;

Piştî dan û nstandinên dirêj, konferans gihişt van derencaman:

1-Peydakirina cihên guncaw ji bo karê komînan

2-Li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo rola girîng û pêwîst ji hêla Rêveberiya Xweser ve, ji ber ew bingeha esasî ya karê xizmeta civakê ye.

3-Ji ber ku komîn bingeha esasî ya Rêveberiya Xweser e, divê saziyên Rêveberiya Xweser rêzê ji kar û xebatên komînan re bigire.

4-Piştgiriya komînan bê kirin û di rêya komîteyên aborî de projeyên koperatîfan bên pêşxistin.

5-Divê erêkirina komînê li ser bicihkirina karmendan di Rêveberiya Xweser de hebe, ji ber ku komîn kesan nas dike.

6-Divê tevayî saziyan rêzê ji biryarên komînê re bigirin, ku eger biryar li gorî Hevpeymana Civakî bin.

7-Ji tevayî karmendên Rêveberiya Xweser tê xwestin ku beşdarî xebatên komîteyên komînan bibin, bi taybet roja komînê, roja şemiyê, ji bo çareserkirina çareserkirina arîşeyan.

8-Pêwîst e ji endamên komînan re dewreyên perwerdeyê bên vekirin, ji bo civakê di aliyê rolê komînê û komînalbûnan de hişyar bike.

9-Pergala Rêveberiya Xweser bikeve nava mifredatên xwendina dibistanên herêmê.

Li gorî agahiyên me ji rêveberên Rêveberiya Xweser girtine, dê di meha Mijdarê de li kantonên Firat, Dêrazor, Tebqa, Reqayê jî konferansên komînan bên lidarxistin. Di dawiya Mijdarê yan jî destpêka Kanûnê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa komînan bê lidarxistin.

Previous Post

Li ser rêya Şam – Siwêda êriş: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Next Post

20DEQE CÎHAN-28-10-2025

Weşana girêdayî

Nirxê mazota serbest bilind bû û piștgiriya ji bo ya serbest dewam dike
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Nirxê mazota serbest bilind bû û piștgiriya ji bo ya serbest dewam dike

Yekitiya Wênekêşên Sûriyayê amadekariya Mîhrîcana duyemîn dike
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Yekitiya Wênekêşên Sûriyayê amadekariya Mîhrîcana duyemîn dike

Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya  DHBW’ê ya Almanyayê kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şandeya Zanîngeha Kobanê serdana Enstîtuya DHBW’ê ya Almanyayê kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye