Duh kesên nenas parçeyek teqemenî avêtin têketina polîsxaneya taxa Qenînes a bajarê Laziqiyê.
Li Humsê jî êrişek çekdarî li taxa Ermen pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê, bombeyeke deng hatiye avêtin, lê tu birîndarî çênebûn.
Ev yek, hemwextî rageşiya ewlehî li herêmên hikumeta veguhêz pêk tê.
Di 27’ê Cotmehê de, teqînek dijwar li Kornîşa başûr li nêzî têketina garaca Banyasê rû dabû.
Piştre li nêzî polîsxaneyekê erebeyek şewitî.
Humsê-di êrişek çekdarî de welatiyek birîndar bû
Li Humsê jî çekdarî nenas êrişek li taxa Ermen nêzî Dibistana Îmam Elî Bin Ebî Talib pêk anîn.
Li gorî çalakvanekî xwe cihî welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm Hezîm birîndar bû.
Ew bi guleyekê di sîngê xwe de birîndar bû û niha jî li Nexweşxaneya Zehra ya Wetenî tê derman kirin.



