Kongra Star ji bo jina têkoşer Hêvî Silêman peyama sersaxiyê weşand û ragihand ew ê armanc û xeyalên wê pêk bînin.
Kongra Star diyar kir şehadeta Hêvî Silêman ji bo gelê Rojava û têkoşîna azadiya jinan windahiyeke mezin bû û got,
“Hevrê Hêvî 30 salan zêdetir a bênavber, bêwestan û bê du dilî têkoşîn meşand.
Armanca wê ew bû ku li ser rûyê cîhanê jineke bindest û nerêxistinkirî nemîne.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, bi hemû hêza xwe têkoşîn meşand.
Hevrê Hêvî di heman demê de li cem Serok Apo maye û perwerdeya wî dîtiye. Ew ji bo hemû jinan mînak bû.”
Kongra Star diyar kir şehîd Hêvî Silêman di nava hemû bê derfetiyan û zehmetiyan de xebatên encamgir derxist holê û got,
“Ew mamosteya zimanê Kurdî bû, gelek zarok û bi sedan kes perwerde kir û erka welatparêziya bingehîn pêk anî.
”Em Hêvî Silêman weke “şehîda Kongra Star” îlan dikin û em ê xeyalên wê pêk bînin”
Şehîd Hêvî bi xebat, dilsozî û afirîneriya xwe her tim ked da û mîrateya jinên têkoşer yên Rojava û bi taybetî yên Efrînê parast. Têkoşîna wê ji bo Sûriyeke demokratîk bû ku hemû jin tê de bi azad bijîn.”
Kongra Star di dawiyê de ragihand ew Hêvî Silêman weke “Şehîda Kongra Star” îlan dikin diyar kir ew ê têkoşîna wê bighînin serketinê û xeyalên wê pêk bînin.



