Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 5 gerîlayên ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne, eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata her 5 gerîlayan re xwest û soza domandina têkoşîna wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 5 gerîlayan eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tûfan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan di dem û cihên cûda de şehîd bû ne û wiha daxuyanî domand
“Qada çapemeniya azad a ku Hevrêyê me yê damezrîner û kadroyê pêşeng ê Partiya me PKK’ê Mazlum Dogan bi derxistina Rojnameya Serxwebûnê da destpêkirin.
Bi dehan karkerên çapemeniyê yên bi awayekî hovane hatine şehîdkirin veguherand kevneşopiya berxwedanê.
Li seranserê Kurdistan, Tirkiye, derveyî welat û li çiyayan ligel hemû zehmetiyan û li hemberî her cure rewşên ne pêkan hebûna xwe domand.
Îro şopdarên çapemeniya Kurd a azad ku xwedî danehev, dîrok û kevneşopiyeke mîna deryayê ye.
Endamên hêja yên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel, hevrêyên me Aso, Şîlan, Tûfan, Azad û Firat ku di têgihiştina rastiya dijmin, têkbirina êrîşên şerê taybet û hişmendkirin û ronîkirina gelê me de roleke mezin lîstin, weke şervanên heqîqetê têkoşiyan.
Li hemberî eniya şerê taybet a dijmin, di refên herî pêş de cih girtin û xebatên çapemenî û propagandayê bi awayekî bi bandor bi cih anîn.
Bi awayekî herî bi bandor xîtabî hiş û dilê mirovan kirin û bûn hilgirên heqîqetê û dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.
Li gel hemû ne gengazî û zehmetiyan, bi afirîneriyeke mezin tu astengî nas nekirin û weke milîtanên fedaî yên Apoyî erka xwe bi cih anîn.”
HPG- NRÇ’ê sersaxî ji malbata her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê Agahiyên derbarê nasnameya her 4 şehîdan wiha ye.

Nasnav: Aso Baran
Nav û Paşnav: Cabbar Kerîmî
Cihê Jidayikbûnê: Merîwan
Navê Dayik-Bav: Daiye-Mihemed Emîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: Tebaxa 2014 / Dêrsîm

Nasnav: Şîlan Ezgî
Nav û Paşnav: Dîlan Mavzer
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik-Bav: Mîhrîban-Nazim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15’ê Tebaxa 2017 / Zap

Nasnav: Tûfan Sefkan
Nav û Paşnav: Ûlaş Guven
Cihê Jidayikbûnê: Bûrsa
Navê Dayik-Bav: Rahîme-Tûrabî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Cotmeha 2024 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Azad Serxwebûn
Nav û Paşnav: Adil Farûk Gezîk
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik-Bav: Emîne-Hamza
Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Firat Tolhildan
Nav û Paşnav: Mûslûm Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik-Bav: Îslim-Mehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Nîsana 2018 / Avaşîn



