Akar: Em ê li Idlibê tola xwe ji Rêjîma Sûriyê rakin

 Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Xilusî Akar carek din gef li Rêjîma Sûriyê xist

Ajansa Associated Press ragihand ku heta niha Rêjîma Sûrî 4 nûqteyên wan yên çavdêriyê û 2 navendên leşkerî kontrol kiriye.

Xilusî Akar teqez kir ku Tirkiyê xwe ji nûqteyên çavdêriyê nakşîne û diyar kir ku leşerên Tirk yên li Idlibê wê bersiva her êrîşrkê bidin û got: Em ê tola xwe ji Rêjîma Sûriyê rakin.

Her wiha Akar ji bo piştgiriyê bide çeteyên dewleta Tirk li Idlibê destek ji NATOY’ê xwest.

Her wiha ji bo nîqaşkirina rewşa Idlibê doh Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey gihîşt Tirkiyê.

Jeffery carek din piştgiriya xwe ji bo Tirkiyê anî zimna û diyar kir ku Rusya û Rêjîma Sûriyê dewleta Tirk li Idlibê tehdîd dike.

Duh çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Nêrebê yê Bakurê Helebê hilokoptereke rêjîmê xistine xwarê, di encamê de  her du  pîlotên di hilokopterê de jiyana xwe ji dest da.

Back to top button