Îro li bajarê Amûde festîvala Çanda Neteweya Demokratîk li devera Orkêş ya bajarê Amûdê dest pê kir.
Desteya Çandê ya kantona Cizîrê di bin durişmeya “Bi Çandên Xwe Yên Cihêreng Em Ê Sûriyeke Demokratîk Ava Bikin” vê sibehê dest bi çalakiyên festîvala Orkêş kirin.
Rewşenbîr û hunermend û nûnerên pêkhateyên cuda yên herêmê beşdarî festîvalê bûn.
Dê pêşanên hunerî, muzîk û pêşangehên folklorî yên girêdayî pêkhateyên herêmê di festîvalê de werin pêşkêşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku festîvalên bi vî rengî her demekê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên lidarxistin.



