Li Brezîlyayê operayona narkotîkê hate kirin, li gor agahiyan di operasyonê de di nav de 4 polîs 60 kes hatin kuştin.
2 hezar û 500 polîs di operasyoneke li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê de beşdar bûn.
Agahiyên destpêkê nîşan didin ku 60 kes, di nav de çar polîs, di operasyoneke narkotîkê de li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê hatine kuştin.
Parêzgarê Eyaleta Rio de Janeiro Claudio Castro diyar kir ku operasyonek ji bo rawestandina belavbûna rêxistina sûc “Comando Vermelho” li herêmê pêk hat.
Castro destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê, bi piştgiriya 32 wesayîtên zirxî, ketin heremên Alemao û Penha li bakurê Rio de Janeiro.
Castro diyar kir ku hêzên ewlehiyê di dema operasyonê de rastî berxwedana çekdarî hatin.
Castro teqez kir ku hêzên ewlehiyê herî kêm 81 kes girtine, û diyar kir ku ev operasyona herî berfireh a di dîroka eyaletê de ye.
Castro hişyarî da niştecihan ku di dema operasyonê de li hundur bimînin.



