Serokê Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistan YNK’ê Bafil Talebanî bi Balyozê Rûsya yê li Iraqê re hevdîtin kir.
Bafil Talebanî di hevdîtinê de got ku divê mafên gelê kurd di çarçoveya destûreke nû de werin parastin.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî îro li Silêmaniyê pêşwaziya Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kutraşev kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistan û Iraqê hate nîqaşkirin.
Her wiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyaloga avaker di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya li Rojhilata Navîn kirin.
Bafil Talebanî: Divê rêz li hemberî taybetmendiya Rojava bê girtin
Derbarê hilbijartinan de, civînê tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên zelal, dadperwer kir ku parastina mafên hemûyan garantî bike û bibe sedema vejîna bêhtir ya welat.
Bafil Talebanî: Divê mafê gelê Kurd bê parastin
Li aliyekî din rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Bafil Talabanî diyar kir ku divê mafên hemû netewe û civakan, bi taybetî yên Kurdan wekî neteweyeke mezin bê parastin û got:
“Divê rêz li taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê were girtin û mafên gelê me di çarçoveya destûreke nû de werin parastin.”



