Duh li xaleke leşkerî a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê ya li derdora bendava Tişrînê mayînek teqiya.
Wezareta parastinê a Hikumeta veguhêz rastiya buyer berevajî kir û îdia kir ku QSD’ê êrişî wan kiriye.
QSD’ê bi dîmen rastiya buyerê û encamên wê ji raya giştî re parve kir.
Di dîmenê de tê dîtin ku leşkerên hikumetê cenazeyan dikşînin bêyî ku xwe biparêzin û ew cenaze tenê ji nîvê laş û ber bi binî ve di teqînê de bi bandor bûne.
Ev yek îspat dike ku ew ji ber teqîna mayînek navxweyî çêbûye, ne ji ber mûşek ji derve hatine avêtin.



