Tabloya herî nêzî ruhê wê yê wêneya şehîd rojnamevan Cîhan Bîlgîn e.
Bi van gotinan Jina ciwan a 20 salî Ciwana Osê hestên xwe derbarê tabloya nûçegihana ajansa ANHA’yê anî ziman.
Ciwana Osê keçeke wênezêx e.
Ew ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye.
Wênexêz Ciwana hestên xwe yên derbarê mijarên mirovî û neteweyî de bi rengan tîne ser ziman û dibêje:
“Şehîd Cîhan ji bo min çîrokeke serkeftinê ye, lewma min ew wek mijara tabloya xwe hilbijart.
Ew bêyî dudilî wek rojnamevan tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bû û bû sembola îradeya jinên azad.
Bi rêya vê tabloyê, min xwest kenên Cîhanê xêz bikim û min navê tabloyê kir ‘Kenê Serkeftinê’.
Her çend rewş li Sûriyê îro dijwar be jî, Cîhan û jinên mîna wê ku azadiyê dixwazin, derî ji bo jinan vekirine da ku bi xwe bawer bin û cihê xwe di hemû warên wekî çapemenî, huner, çand û leşkerî de bigirin.”
Ciwana Osê: Cîhan Bîlgîn ji bo min çîrokeke serkeftinê ye
Ciwana Osê di berdewamiya axaftina xwe de hêviyên xwe anîn ziman û got:
“Ez hêvî dikim ku her kes mafên xwe yên rewa bi dest bixe û wekhevî li ser bingeha rêzgirtina hevbeş di navbera zayendan de û di navbera hemû civak û olan de were pêkanîn.”
Cîhan Bîgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de, dema ku berxwedana bendava Tişrînê dişopand, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li gel rojnamevan Nazim Daştan şehîd bû.



