Li bajarê Laziqiyê yê berava Sûriyê, sûcên revandinê dewam dikin, di kêmî hefteyekê de, 3 kes hatin revandin.
Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê têkildarî mijarê ev agahî da:
“Jinek 25 salî ji gundê Qercalê yê Eyn El Beyda yê bi ser parezgeha Laziqiyê ve, dema li ber xwaringehekî bû hate revandin.
Bûyer roja 30’ê Cotmehê pêk hat, jina ku hate revandin dayîka du zarokane û heta niha aqûbeta wê neyê zanîn.”
Çavdêriyê diyar kir ku malbata wê ji ber revandina wê bi fikarin û tevlî bangên ji bo naskirina çarenûsa wê , lê tu aliyekî pêwendîdar bersiv neda bangên wan.
Di 27’ê Cotmehê de jî dema zilamek 38 salî ji gundê xwe yê El Musle yê navçeya Mizêr ber bi navçeya Sibêro ve diçe da ku hevalekî xwe bibîne, li wir winda dibe.
Li ser bûyerê, Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku malbata wî li hemû mexfer û nexweşaxaniyên, navçe û gundên navborî geriyan, lêgera wan bê encam bû.
Her wiha Çavdêriya Mafê Mirovan destnîşan kir ku zilamê 70 salî bi navê Selah Eslan hate revandin.



