Di saetên sibehê de li avahiyekê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê agir bi rafîneya kalorîferê ket.
Di avahiyê de 5 mal hene, lê tenê malekê kalorîfera xwe vêxistibû û agir bi kalorîfera wê malê ket.
Hate zanîn ku ji ber ku depoya mazotê teqiyabû û li derdorê mazot herikiye, agir gurtir bûye.
Tîmên agirkuj çûn cihê bûyerê, piştî hewldanên zêdetirî saetekê agir hate vemirandin.
Di encama şewatê de têne zirarên madî çêbûn.



