Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bi konferansekê Yekitiya Esnafan a Kantona Tebqayê ava kir.
Konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Tebqayê Hudan Ewan nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk de xwendin.
Hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen rewşa siyasî nirxandin.
Nesrîn bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku hevpeyman encama ked û xebateke hevpar a pêkhateyên herêmê ya ji bo avakirina civakeke demokratîk e. Nesrînê xwest ev nimûneya hevpeymanê li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn.
Piştre rêziknameya yekitiyê hat xwendin û nîqaşkirin da ku li gorî wê were nûkirin û şeklê dawîn were pejirandin.
Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Xaliya El Mihemed û Xalid Îbrahîm bûn hevserokên Yekitiya Ensafan a Kantona Tebqayê.



