Hêzên hikumeta veguhêz bi ser bajarokê Wadî Bereda yê Şamê girtin, li sivîlan dan, milkên wan xirab bikin û 2 kes girtin.
Ji duh derengiya şevê ve li bajarokê Kefer Ewamîd ê herêma Wadî Bereda yê gundewarê Şamê alozî heye. Li gorî agahiyan, piştî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dehan erebe û çekdaran bi ser herêmê de girtin û ev rewş tirsek di nava şêniyan de çêkir, alozî derket. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) wêne û dîmenên bûyerê weşandin.
Li gorî çavkaniyên xwecih jî, çekdarên hikumetê bi hinceta lêgerîna kesên der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn, de bi ser gelek malan de girtin. Çavkaniyan dane zanîn ku çekdaran mal kontrol kirin, milkên şêniyan xirab kirin û di hin malan de gule bêserûber teqandin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku çekdaran li hin jinan da û jinek birîndar bû û got, zêr û pere jî dizîn.
Li gorî heman çavkaniyan di serdegirtinê de 2 kes bi tawanên cuda hatin girtin.
Hate ragihandin ku hêzên hikumetê deriyên ketin û têktina bajarokê girtin, qedexeya çûn û hatinê ferz kir û hêzên xwe yên ewlehiyê di nava bajarokê de belav kiriye. Piştre jî hêzek din şand.



