Serçeteyek li Efrînê, bêyî ku tu kes nêzî wî bibe yan rê li ber wî bigire, govaştgeha welatiyekî li ser meyda dijîtal dide ber firotinê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku serçete Zekeriya Tirmanîn yê ji Idlibê, govaştgeha Zeytûnan li Efrînê bi sed hezar dolarên Amerîkî da ber firotinê.
Ev kargeh a Ismet Şêxo ye ew bi xwe di dema êrişa çeteyan de koçberî Kobanê bû.
Rêxistina Mafên Mirovan dibêje ku ev rêbaz nîşan dide ku komên çete tu hesabî ji Hikûmeta Veguhêz re nakin.
Ev dîmen jî wekî belge ye bê çawa ew serçete cihê kargehê ji bo firotinê nîşan dide.


