Li taxa Bab Sibaa bajarê ya Humsê 2 çekdarên nenas gule li welatiyekî berdan û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çalakvanekî xwe cihî ragihand ku welatî bi nav Mihemed Yasir El-Muşrif e û ji taxa Înşaat a bajarê Humsê ye.
Her wiha hat zanîn ku çekdar li motorsiklêta elektirîkî siwar bibûn, piştî gulebaranê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.
Li hemberî vê bûyerê bertekên nerazîbûnê ji aliyê şêniyên bajêr ve hatin nîşandan.



