Li cîhanê ji ber bobelatên xwezayî gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li Filipînê ji ber bahoz û barana dijwar hejmara miriyan gihîşte 2 kes mirin.
Her wiha li Vîetnama navîn ji ber rabûna lehiyê hejmara miriyan gihîşte 40 kesî.
5 saniya destpêkê BETA Biherîkîne
Bahoza kalmaegi, roja Duşemê di nîvê şev de li ser Giravên Dinagat derbasî Filipînê bû.
Li Filipînê ji ber baranên zêde yên Bahoza Kalmaegiyê, navenda welêt di bin avê de man.
Li gorî rayedaran leza bayên bahozê gihîştine 150 û 185 kîlometreyan di saetê de.
Hat ragihandin ku 387 hezar kesan ji bo deverên ewle hatine veguhestin.
Tê diyar kirin, ji ber bobelatê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Bi sedan kesên ku ji ber erdheja di meha Îlonê de ya bi pileya 6,9’an di konan de diman jî ji bo ewle ji nû ve hatin veguhestin.
Rayedarên meteorolojiyê, hişyarî didin ku ji ber av-hewayê La Ninayê heya dawiya salê 5 bahozên din jî rabin.
Hêjayî gotinê ye ku Filipîn, her sal bi 20 bahozan re rû bi rû dimîne.
Pispor diyar dikin ku ji ber guherîna av-hewayê wê bûyerên hewayî yên dijwar ên bi vî rengî zêdetir pêk werin.
Li Vîetnamê ji ber lehiyê 40 kes mirin
5 saniya destpêkê BETA Biherîkîne
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hejmara miriyên ji ber lehiyên li Vîetnama gihîşt 40 kesan.
Li gorî daxuyaniyek ji Ajansa Rêvebiriya Karesat û Bendavan a Vîetnamê, hejmara miriyên ji ber bandora baran û lehiyên li Vîetnama navendî gihîştiye 40 kesan.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 80 hezar xanî di bin avê de mane, 453 xanî zirar dîtine, û zêdetirî 163 hezar malbat hîn jî qutbûna elektrîkê dijîn.
Di 48 saetan de Bakurê rojhilatê Rûsyayê 57 caran hejiya
5 saniya destpêkê BETA Biherîkîne
Li aliyê din erdhejek bi şîddeta 5.7 li Nîvgirava Kamcatka ya Rûsyayê qewimî.
Pisporan hişyarî dan ku piştî erdheja sereke ya bi şîddeta 8.8 li herêmê 57 erdhejên din jî çêbûne.
Beşa Jeofîzîkî ya Akademiya Zanistên Rûsyayê ragihand ku roja Sêşemê li Nîvgirava Kamcatkayê erdhejek bi şîdeta 5.7 pileyî qewimî.
Li gorî agahiyan erdhej saet di 9:28’ê sibehê de bi dema Moskowê, 154 kîlometre dûrî navenda Petropavlovsk-Kamcatkayê, bi kûrahiya 16.9 kîlometreyan çêbû.
Rayedaran diyar kirin ku ev erdhej piştî erdheja bi şîdeta 8.8 pileyî ya ku îro çêbûne pêk hatiye.
Li Nepalê ji ber aşûpa berfê 7 kes mirin
Di hema demê de li Nepalê ji ber aşûpta perfê 5 çiyagerên biyanî û 2 hemwelatiyên Napalî mirin.
Tîmên rizgarkirinê yên ku hewl didan bigihîjin 5 kesên birîndar ji ber hewaya xirab nekarîn xwe bigihînin herêmê.
Rayedaran diyar kirin ku nasnameyên 5 çiyagerên biyanî hîn nehatine diyarkirin.
Tîmên rizgarkirinê hewl dan ku bi helîkopterê bigihîjin cihê bûyerê, lê tîm ji ber şert û mercên hewayê yên xirab neçar man ku paşve vegerin.



