Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya di çarçoveya kampanyaya “Bi hevbendiya jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokrat û nenavendî ava bikin” de civîneke girseyî ji şêniyan re li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî hat şîrovekirin û hat diyarkirin ku çi projeyeke siberojê li Sûriyeyê divê jin xwedî rola pêşeng bin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê, di çarçoveya kampanyaya “Bi hevbendiya jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin” de, bi amadebûna gelek çalakvanên jin ên siyasî, civakî û sivîl ên li Dêrazorê, civîneke girseyî li dar xist. Di civînê de şandeyek ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ku tê de endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif hebû.
Civîn li hola Meclisa Çandî ya li herêma El Meamel a kantona Dêrazorê hate lidarxistin, civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Desteya Serokatiyê ya PYDˊê Foza Yûsif rewşa siyasî ya herêmê nirxand û destnîşan kir ku li herêmê rewşa girêk a girêdayî dabeşkirina serwerî û berjewendiyan di nava hêzên navneteweyî de, hene.
Foza Yûsif behsa peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re kir û diyar kir ku ew peymanên xwezayî yên aborî û siyasî ne, û armanca wan têgihiştina civakî ya li ser mijarên hesas biguherînin û destnîşan kir ku dewletên herêmî yên wekî Îranê hewl didin ku beşdarî van veguherînan bibin.
Foza aşkera kir ku yek ji armancên sereke yên van gavan dûrketina ji şerekî berfireh li herêmê ye û destnîşan kir ku gelek hewl tên dayîn ku şerê Rûsya û Ukraynayê bê rawestandin.
Têkildarî peymana 10ˊê Adarê de Foza Yûsif diyar kir ku li gel Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vîna siyasî ya rastîn heye ku bigihîne çareseriyeke berfireh û adilane ji bo krîza Sûriyeyê û çareseriya rêveberiyan weke şertê entegrasyonê redkirî ye.
Der barê binpêkirinên li hin herêmên Sûriyeyê de, Foza Yûsif anî ziman ku ev ji ber nebûna demokrasiyê û mafên gelan, bi taybetî jinan e. Foza got demokrasî garantiya bingehîn a parastina mafan e û mijara mafên jinan di her projeyek siyasî ya pêşerojê de wekî pêşîniyekê tê dîtin.
Piştre kesên amade der barê rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên rûbirûyî wan tên nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de, girîngî ji bo rola pêşeng a jinan di avakirina Sûriyeya nû de hat dayîn, bi taybetî piştî fedakariyên jinan di tevahî qadan de dane. Beşdaran got projeya neteweya demokratîk bingeha avakirina pergala demokratîk a adilane ye.



