Li Sudanê ji ber şer hejmara kuştiyan jî zêde dibin ku piraniya wan sivîl in.
Li bajarê El Ubeyd ê Sûdanê di êrişê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.
Li gorî agahiyan tenê di meha Cotmehê de hezar û 545 sivîl hatine kuştin.
Ofîsa Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî derbarê êrişên dawî yên li Sûdanê de agahî parve kir.
Li gorî Ofîsêli bajarê stratejîk El Ubeyd ku paytexta herêma Kordofan a Bakur a Sûdanê ye, di êrişê de herî kêm 40 kes hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî li ser dem û berpirsyarên êrişê agahî neda.
Bûyer di demeke wiha de qewimî ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn li herêmê şer ji nûve giran bûye.
Meha cotmehê herî kêm hezar û 545 sivîl hatin kuştin
Di şerê navxweyî de ku ji Nîsana 2023’an û vir ve dewam dike, meha Cotmehê ji aliyê tundiya li sivîan ve bû yek ji demên herî giran.
Li gorî daneyên Projeya Daneyên Şer a Navneteweyî (ACLED) tenê meha Cotmehê di êrişan de hezar û 545 sivîl hatin kuştin.
Ji destpêka şer û vir ve li vî welatî 49 hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Ji van 15 hezar û 300 kes di encama êrişên li ser hedefên sivîl de mirin.
Herî zêde li Darfûr û derdora paytext Hartûmê mirov hatin kuştin.
Neteweyên Yekbûyî şerê li Sûdanê weke yek ji krîzên herî giran ên mirovî pênase dike.
Bi milyonan mirov ji cih û warê xwe bûn, xizmeta tenduristiyê û xurek bi destê mirovan nakevin.
Di şer de rola droneyên bêmirov zêde bû.
Hate ragihandin ku di 10 mehên destpêkê yên sala 2025’an de zêdeyî 700 caran drone hatin bikaranîn.
Di van êrişan de nêzî hezar û 900 kes hatin kuştin.
Wezîrê parastinê yê Sûdanê: Wê artêş şer bidomîne
Li aliyê din piştî Konseya Ewlehiyê û Parastinê pêşniyara Amerîkayê ji bo agirbestê nîqaş kir, wezîrê Parastinê yê Sûdanê Hesen Kebron got wê artêş şerê li dijî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bidomîne.
Wezîrê Parastinê yê Sûdanê spasiya serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber pêşkêşkirina vê pêşniyarê kir û got:
“Amadekariyên ji bo cenga gelê Sûdanê didomin.”



