Doh li Efrîna dagirkirî de kesekî 65 salî ji ber gulebaranê hat kuştin.
Şêniyê bi navê Şukrî Ehmed Oso yê 65 salî ji gundê Keferzîtayê ye.
Doh dema bi terektora xwe ya çandiniyê ji kargeha guvaştina zeytûnan vedigeriya, li ser rêya gundên Firêriyê-Kefezîtay ji aliyê çeteyên ve hat gulebarankirin û birîndar bû.
Şukrî Ehmed Oso li nexweşxaneya Cindirêsê hat veguhestin, lê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest da.



