Piştî êrişa bi moşekan, Îsraîlê rêze-êriş li dijî Xezayê pêk anîn.
Hemasê ev êriş wek “binpêkirina peymana agirbestê” bi nav kir û bang li navbeynkaran kir.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro rêze-êriş û operasyonên wêrankirinê li herêma rojhilatê Xezayê pêk anîne.
Li gorî Kanala 14 a Îsraîlê, ev êriş çend saet piştî avêtina moşekeke ji başûrê Xezayê ber bi Îsraîlê ve hat kirin.
Lê aliyên filistînî derbarê vê êrişê de tu daxuyanî nedane.
Artêşa Îsraîlê doh ragihandibû ku li rojhilatê Xezayê di êrişeke hêzên wê de kesek hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, ji dema ragihandina peymana agirbestê ve 244 kes hatine kuştin.
Hemasê operasyonên rûxandina malan û taxên niştecihan ên li rojhilatê Xezayê bi “binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê” bi nav kir û got Îsraîl hewl dide hewldanên aramkirinê têk bibe.
Hemas ji navbeynkarên herêmî û navneteweyî xwest zextê li Îsraîlê bikin da ku “binpêkirinên xeternak” rawestîne.



