Li Efrînê ku 7 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, zilm û hovîtî lê bi dawî nabe.
Kuştin, revandin, guhertina demografîk, qirkirina xwezayê, dizî û talan..
Çeteyên dagirker duh mohra xwe danîn binê hovîtiyeke din. Şukrî Ehmed Oso yê 65 salî kuştin.
Dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê dest bi avakirina mêtingegeke nû kiriye.
Zilm û zordariya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe.
Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin heta niha kuştin, revandin, talan, dizî û guherîna demografiya wê bê navber didome.
Herî dawiyê çeteyên dewleta Tirk mohra xwe danîn binê hovîtiyeke din.
Çeteyan welatiyê kurd Şukrî Ehmed Oso yê 65 salî kuştin
Welatiyê Kurd yê bi navê Şukrî Ehmed Oso yê 65 salî ji gundê Keferzîtê ye.
Ew duh dema bi trektora xwe ya çandiniyê ji kargeha guvaştina zeytûnan vedigeriya, li ser rêya gundên Firêriyê-Kefezîtê ji aliyê çeteyan ve hat gulebarankirin û birîndar bû.
Piştî êrişê Şukrî Ehmed Oso hat veguhestin ji bo nexweşxaneya Cindirêsê ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.
Çeteyên tirkiyê talan û diziya zeytûnan didomînin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê talan û dizîya zeytûnan didomînin.
Hate ragihandin çete qaşo ji bo alîkarî û parastina Komîteya Aborî dest datînin ser zeytûnên welatiyan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku 4 Mijdar’ê berhema zeytûnan a gundê Kotana yê navçeya Bilbilê yê Efrînê hat talankirin û çiqilên daran hatin şikandin.
Her wekî serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker ê bi navê “Ebû Cuma” tevî “Ebdulhefîz Berekat” dest danîn ser berhemê gelek welatiyên gundê Hesendêra yê navçeya Bilbilê.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya cindirê mêtingeheke nû ava dike
Li hêla din dewleta Tirk a dagirker guhertina demografya Efrînê didomîne.
Vê gavê bi rêya avakirina avahiyên mêtingeriyê û guhartina demografiyê rê li ber vegera xelkê Efrînê yê ku koçber, digire..
Hate ragihandin dewleta Tirk berî demekê dest bi avakirina avahiyên mêtingeriyê kir yek jî wan jî bi navê “Yed El Ewn” bû.
Li gorî nûçeya ANHA’yê li nevçeya Cindirêsê di 5’ê Cotmehê de dest bi avakirina avahiyên nû yên mêtingeriyê bi navê “Komelgeha Niştecihbûnê ya Toros” hatiye kirin.



