Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê şandeyeke Yûnanî pêşwaz kir û rêbazên pêşxistina hevkarî û têkiliyên du alî nîqaş kirin.
Her wekî şandeyê tekezî li ser girîngiya ezmûna Rêveberiya Xweser kir û dan zanîn ku rêbazekî demokratîk dikare destekê bide avakirina Sûriyê.
Şande ji rojnamevan Johannes Albanis û xwendekara bijîjkî Katia ku lêkolîneke akademîk li ser ezmûna Rêveberiya Xweser li herêmê amade dike, pêk tê.
Di hevdîtinê de, projeya Rêveberiya Xweser ku li ser bingeha sîstemeke demokratîk a nenavendî kumafê hemû pêkhateyan garantî dike hate nirxandin.
Piştî nîqaşê şandeyê serdana mûzexaneya berxwedana Kobanê û goristana şehîd Dijle kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ku duh jî şandeya Yûnanî serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.



