Beşdarên Konferansa Komînan a 1’emîn a li bajarê Dêr Hefirê yê kantona Tebqayê hate lidarxistin girîngî da xurtkirina rola komînan ji bo pêşxistina civakê û başkirina xizmetê, şert û mercên jiyanê.
Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn li bajarê Dêr Hefer bi dirûşmeya “Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e” li Hola Meclisa Sivîl a bajarê Dêr Hefirê bi amadebûna hevserokên komînan bajêr û gundewarên wê, nûnerên Meclisa Rêveber û Meclisa Gelan a kantona Tebqayê, li dar xist.
Di konferansê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a kantona Tebqayê Hisên El Dixêm perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komîn û jiyana komunal xwendin.
Endama Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê Xewla Hec Mihemed jî pergala civakî ya li gorî Hevpeymana Civakî xwend û tê de girîngî ji bo komînê hatiye dayîn ku ew bingeha rêxistinî ya sîstema civakî di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.
Dûre beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe kirin. Beşdaran daxwaza başkirin rewşa xizmetguzariya li bajarê û gundewarê wê weke av, kehrebe, binesazî û hwd û diyar kir ku herêm ji ber salên dirêj ên paşguhkirinê ji hêla rejîma Baasˊê û êrişên çeteyên DAIŞˊê ve zehmetiyan dikişîne.
Di dawiyê de nûnerên Meclisa Gelan û Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê girîngî da hevgirtina hewlan di navbera Rêveberiya Xweser, şênî û komînan de ji bo pêşxi8stina rewşa xizmetguzarî û hat gotin ku ew ê li ser peydakirina hewcedariyên şêniyên bajarê Dêr Hafir û gundewarê wî bixebitin.



