Rêveberê Navenda Neteweuyî ya li dijî Terorê ya Amerîkayê Joe Kent serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn hevdîtin kir.
Joe Kent li ser hesabê xwe yê X’yê wêne belav kirin û got ku ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê vegeriyam.”
Di daxuyaniya xwe de pesnê pêşxistin û dilsoziya hevkarên xwe yên li dijî terorê da.
Bi gotina wî, dîrina pêşketinên ku hatine bidestxistin û dilsoziya hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê gelekî balkêş bû..



