Li bajarê Silêmaniyê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civîn hat lidarxistin.
Civîn bi sernavê “Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe” pêk hat û 120 kesayet beşdar bûn.
Kesên di civînê de axivî diyar kirin ji bo pêşdeçûna pêvajoyê divê Rêber Apo azad bibe.
Li Silêmaniyê bi tevlîbûna 120 kesayetên welatparêz û azadîxwaz bi sernavê ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ civîn hate lidarxistin.
Civîn ji aliyê Navenda Lêkolînên Şar a ser bi dezgeha medyayî ya Şarpress ve hate bi rêxistinkirin û di civînê de pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û encamên wê hatin nirxandin.
“Dewleta Tirk heta niha ti gaveke pratîkî neavêtiye”
Di despêka civînê de Rêveberê Navenda Lêkolînan a Şarpress’ê Hawkar İzet axivî got:
“Ev saleke pêngavên ji bo demek nû ya danûstandina di navbera dewleta Tirk û Kurdan de dest pê kiriye. Aliyê Kurd li ser bang û daxwaza birêz Ocalan gavên erênî avêtin. Lê heta niha desthilata Tirkiye ji bilî gotinan, ti gavek pratîkî neavêtiye.”
“Ji bo pêşdeçûna pêvajoyê divê Rêber Apo azad bibe”
Parlementera DEM Partyê Newroz Uysal jî di civînê de axivî û diyar kir astengiya herî mezin a li pêş pêvajoyê berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê ye û got;
“Dewletê li gor tê xwestin pêngav neavêtiye. Ya dikare zemîna siyasî û qanûnî pêş bixe komîsyon û parlemento ye.
Ji ber ku muxatebê sereke yê pêvajoyê Rêber Apo ye, ger tecrîd berdewam bike, pêvajo birêve naçe. Pêwîste Rêber Apo azad bibe.”
Parêzer Mazlûm Dînç: Divê mafê hêviyê bi cih bê anîn
Parêzerê Rêber Apo Mazlum Dînç jî bal kişande li ser bi cih anîna mafê hêviyê û diyar kir divê Yekitiya Ewropa vî mafî bicih bîne.
“Divê parlemento qanûnên ku li pêşiya pêvajoyê dibin asteng biguhere”
Her wiha anî ziman divê parlemento qanûnên ku li pêş pêvajoyê dibin asteng biguhere û got,
Divê birêz Ocalan bikare bi awayekî azad pêvajoyê bi rêve bibe. Lê Tirkiyeyê heya niha ti gavek ne avêtiye. Divê em ji bo azadiya Birêz Ocalan gavên mezintir bavêjin.”
Kameran Osman:Ppiştî pêvajoya aştiyê êrişên Tirkiyê zêde bûn
Endamê Tîma CPT ya Amerîkayê Kameran Osman jî, derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.
Osman dibêje,
“Beriya pêvajoya aştiyê hezar û 548 êriş hatin tomarkirin. Lê piştî pêvajoya aştiyê hezar û 696 êrişên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistanê pêkhatin. Yanî li gorî salên borî 150 êriş zêdetir bûn.
Tirkiye piştî pêvajoyê hewl dide baregehan ava bike, dest bi birîna daran kiriye û bi traktoran dibe Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.”
Her wiha Kameran Osman destnîşan kir ji bo derketina hêzên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ti hewldanek nehatiye kirin.



