Rêxistinên Kongra Star û Meclisa Jinan ya PYD’ê yên li başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Em ê bi yekîtîya jinan Sûriyek demokratîk û nenavendî ava bikin” ragihandin.
Têkildarî mijarê nûnertiyên Kongra Star û Meclisa Jinan ya PYD’ê li Silêmaniyê civînek hevbeş lidarxistin.
Di civînê de nûnera Kongra Star Necme Elûş axivî û got:
“Di şeşemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef de, me ev kampanya da destpêkirin.
Armanca me ew e ku yekîtiya jinan pêk were û Sûriyek demokratîk ava bikin.”
Endama Desteya Rêvebir ya Kongra Star Emîne Hesen jî li ser rola jinan û pişgriya wan wiha got:
Bingeha têkoşîna me ji hêla Rêber Apo ve hatiye danîn ku di pêncî salên borî de ev yekîtiya jinan ava kir.
Ev tevî wê yekê ye ku jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolek pêşeng leyîstine.
Lewma divê pêşeroja Sûriya demokratîk, wê jin diyar bikin.”



