Li tevahî parêzgehên Iraqê û herêma federal a Başûrê Kurdistanê dengdana taybet a dema 6’an ya Parlementoya Iraqê dest pê kir.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê 1 milyon û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene. Ji bo wan jî 809 navend û 4 hezar û 501 cih hatine veqetandin ku deng lê bê dayîn.
Li aliyê din li gel hêzên ewlekariyê jî koçber wê dengê xwe bidin.
Li gorî daneyên komîsyonê 26 hezar û 538 dengderên koçber ku mafê wan yê bikaranîna dengdanê hene jî hene.
Ji bo wan jî 26 navend û 97 cih hatine amadekirin.
Li gorî agahiyan wê saet 18:00’ê êvarî proseya dengdana taybet dawî bibe.
Piştî dengdanê wê sindoqên dengan ji bo navenda giştî ya Bexda bê şandin.
Dengdana hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê jî wê 11’ê Mijdarê pêk were.



