Gerînendetiya Trafîkê ragihand ku endamê wan Ubeyde El Betran şehîd bûye.
Di daxuyaniya gerînendetiyê de hate gotin: “Em piştrast dikin ku xwîna şehîdên me dê wekî ronahiyekê li ser rêya me ya ber bi avakirina ewlehî û aştiyê ve bimîne û qurbaniyên wan dê vala neçin. Berevajî vê, ew ê bibin handanek ji bo berdewamiya rêwîtiyê heya ku ewlehiya tevahî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were bidestxistin. Em sersaxiyê ji malbata şehîd, hevalên wî û hemû gelê me re dixwazin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Şehîd: Ubeyde El Betran
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Îsa
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Reqa, 24 Îlon 1985
Dîroka Tevlêbûnê: 28 Tebax 2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, 24 Îlon 2025



