Şêniyên gundewarên Humsê li dijî qetilkirina 2 ciwanan û zêdebûna tundiyê, greva giştî da destpêkirin.
Nûçegihanê me jî herêmê ragihandinbû ku çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, gule li 3 kesan reşandin. Di encamê de 2 kes (Hisên El Yûsif û Fadî El Etrem) hatin kuştin û yê din jî birîndar bû. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê tê gotin ku rewşa wî giran e.
Li dijî qetilkirina her du ciwanan û rewşa tevlihev duh banga greva giştî hatibû kirin.
Li ser vê bangê şêniyan îro dikanên xwe venekirin û dibistan jî nehatin vekirin. Şêniyan daxwaza parastinê kir.
Di dîmenên ku hatine parvekirin, dikan nehatin vekirin û tevger li kolanên bajar û gundan tune ye.



