Şêniyên kantona Reqayê cenazeyê endamê Gerînendetiya Trafîkê Ubeyde Îsa El Betran spart axê.
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Gerînendetiya Trafîkê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kanotna Reqayê Ehmed El Şêx sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîd Ubeyda bi destê xedr û xiyanetê şehîd bû. Bû sembola lehengî û wêrekiyê. Şehadeta wî jiyaneke ebedî ye.”
El Şêx bi domdarî got: “Ev kiryara tirsonek a kesên ku xiyanet li qehreman Ubeyda kirin, tenê îflasa xayîn û tirsonekan û lawaziya wan a li hember rastî, wêrekî û berxwedana qehremanê me nîşan dide.
Ku berî hevalbendan ji dijminan re îspat kir ku tiştê ku bi serê wî hat delîla qelsiya wan a mutleq e li hember wêrekî û biryardariya qehremanên me, qehremanên ku soz dan û li ser soza xwe rast man, û tiştê herî hêja ku xwediyê wan bûn heta dilopa xwîna dawî feda kirin, da ku ewlehî, ewlehî û azadiya welatiyan, azadîyek li ser edalet, wekhevî û jiyana aştiyane ji bo emi pêkhateyên gelê me ava bikin.
Lehengên me bi soz dan û soza xwe bi cih anî. Heya dilopa dawîn a xwînê erka xwe ya spandina ewlehî, aramî û azadiya welat pêk anîn.”
Ji rêvberên Gerînendetiya Trafîkê ya Reqayê Eyşe El Elî jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û ev li gotinên xwe zêde kir: “Îro em mirovekî ezîz û dilsoz oxir dikin. Şehîd Ubeyda mînaka dilsozî û disîlpînê bû. Di wê baweriyê de bû parastina şêniyan beriya ku pîşeyek be, peyameke mirovî ye.”
Di merasîmê de endammê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Hesen El Elî jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku cihê şehîdan bihûşt e.
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” li pakrewangeha bajarokê Hikumiyê hat veşartin.



