Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek têkildarî sûcên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin, da.
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên sûc û binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin.
Her wiha bang li parastina sivîlan û milkên wan û hesabpirsîna ji sûcdaran kir û ji Hikumeta Veguhêz jî xwest ku sozên xwe li hember şêniyên Efrînê bi cih bîne.



