Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê komkujiya Dersimê şermezar kir û Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anî.
KCK’ê da zanîn ku demokratîkbûna Tirkiyê encax bi dîrokê û bi taybetî komkujiya Derismê re bi rûbirûbûnê re dikare pêk were û wiha bi lêv kir:
”Bi serketina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ku Rêber Apo pêş xistiye, dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. ”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî de wan bi daxuyaniyekê bibîr anî.
KCK’ê anî ziman ku di 15’ê Mijdara 1937’an de yek ji Rêberê berxwedana Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wî hatin darvekirin û got:
Di şexsê wan de em tevahî şehîdên şoreş û demokrasiyê bi hurmetî û minetdarî bibîr tînin.
Em komkujiya Dersimê ku yek ji komkujiyên herî hovane ye di dîroka mirovahiyê de ye, şermezar dikin.
”Komkujiya Dersimê rastiya dewletê ya qirkirinê eşkere kir”
KCK’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku li Dersimê komkojiyek mezin hatiye pêk anîn û êşên mezin bi gelê Kurd dane jiyandin.
Dîrokeke ku ji her alî ve bi êşe û bi îbret e. Komkujiya Dersimê rastiya dewletê ya înkar û qirkirin bi rengekî zelal eşkere dike.
Her wiha asta dijminatiya wê ya li dijî gelê Kurd radixe ber çavan.
Heta bi komkujiya Dersimê re rûbirûbûnek çênebe, ne lekeya reş a li ser mirovahiyê dê ji holê rabe û ne jî Tirkiye dikare guhertinek rastî pêk bîne.
”Seyît Riza ji bo gelê Kurd mîrateyek xurt a berxwedanê hişt”
KCK’ê diyar kir ku Rêberê berxwedana Dersimê Seyît Riza, ji bo pirsgirêkê bi rêya aştiyane û diyalogê çareser bike, hewl dide bi rayedarên dewletê re hevdîtinê pêk bîne û got:
Bi vî rengî darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî amadekarî û armanca dewletê radixe berçavan.
Darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî di encama komployekê de pêk hatiye.
Seyîd Riza li hemberî komkujiyan serî netewandiye û ji bo gelê Kurd mîrateyek xurt a berxwedanê li pey xwe hiştiye.
Li Kurdistanê berxwedana gelê Kurd a li dijî komkujî û qirkirinan, bi saya serhildan û sekna Seyîd Riza û Şêx Seyîdan pêk hatine.
PKK’ê ku bi têkoşîna 52 salan a bênavber zîhniyeta înkar û qirker têk bir û hebûna gelê Kurd îsbat kir, bêguman xwe dispêre vê mîrateya dîrokî.
”Bi serketina pêvajoyê re dê pirsgirêka Kurd çareser bibe”
KCK’ê di dawiyê de dibêje:
Bi serketina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re ku Rêber Apo pêş xistiye, dê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe.
Ewqas êş û berdêl wê di dîrokê de cih bigire. Em ê jî berpirsyariya xwe ya li hemberî dîrokê bi cih bînin.”



