Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê bi meşekê xwest mafên hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Şêniyan anîn ziman ku bi ragirtina Rêber Abdullah Ocalan aştî li Rojhilata Navîn çênabe û got dê heya azadiya wî ya fîzîk li qadan bin.
Girse ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiya. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî gelan e” hatin vekirin.
Meş li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Endama Kongra Star Minewer Xalid axivî û got hin dewletan xwest gelê Kurd tune bikin, lê bi saya Rêber Abdullah Ocalan hewldanên wan têk çûn.
Minewer Xalid anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina nasname û dîroka gelê Kurd û gelên herêmê di girtîgeha Îmraliyê de têkoşînê dike û got: “Em bi Rêbertiya xwe û doza xwe bawer in.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Dawê jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê dike, lê dewleta Tirk tu gav ber bi aştiyê ve neavêtine. Dawê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku PKK’ê û gerîla bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê da û gav ber bi aştiyê ve avêtin.
Dawê got bi berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê aştî li Rojhilata Navîn pêk nayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li qadan bin û berxwedanê bidomînin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî ve girêdayî ye.”



