Li bajarê Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di çalakiya bîranînê de got, “Divê komkujî bê qebûlkiririn û ji gelê Dêrsimê lêborîn bê xwestin.”
Di çalakiya bîranînê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari bal kişande li ser komkujiya li Dêrsimê û got,
Heta ku hevrûbûneke rasteqîn pêk neyê û rastî eşkere nebin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê Terteleya Dêrsimê were qebûlkirin û ji gelê Dêrsimê lêborîna fermî bê xwestin.
Kesên din jî yên ku axivîn diyar kirin ew ê têkoşîna Seyîd Riza bidomînin û xwestin cihê gora wî bê eşkerekirin.


