Serokê Ukranyayê Zelensky bi daxuyaniyekê ragihand ku danûstandinên ku tên kirin dikare pevguhertineke dîlan ku 200 hezar Ukranyayî bigihîne malên wan, pêk bîne.
Zelensky, diyar kir ew ji bo ji nû ve destpêkirina pevguhertina dîlan bi Rusyayê re dixebitin û got:
“Ew li bende ne ku pevguhertina dîlan, ji nû ve were destpêkirin.
Ji bo pêkanîna vê niha gelek civîn, muzakere û hevdîtin têne kirin.
Pevguhertina gengaz dikare 200 hezar Ukranyayî bigihîne malên wan.
Herî dawî Zelensky diyar kir ku di danûstandinên sala çaremîn ya şer navbera du welatan tên kirin de, yekane pêşketina şênber hevdîtinên pevguhertina girtiyane.



