Ofîsa Qiraliyeta Erebistana Siûdî ragihand ku li ser vexwendina Donald Trump, Mihemed bin Selman çû Amerîkayê.
Li gorî daxuyaniya Ofîsê, di çarçoveya vê serdana fermî de, bin Selman dê bi Donald Trump re li ser têkiliyên stratejîk gotobêj bike.
Trump firotina balafirên f-35 bo Erebistana Siûdî pejirand
Di heman demê de Trump ragihand ku Amerîka dê balafirên şer ên F-35 bifiroşe Erebistana Siûdî.
Erebistana Siûdî demek dirêj e daxwaza kirîna 48 balafirên şer ên F-35 dike.
Reuters ragihand ev daxwaz di Pentagonê de, hat dinirxandin.
Her wiha hat diyar kirin, berî ku ev daxwaz ber destê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegsett, qonaxek krîtîk derbas kiriye.



