Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê pêşengên Tevgera Apoyî Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr bi hurmetî bi bîr anî.
HPG’ê anî ziman ku şehîd Sabrî û Masîo bi kesayetên xwe yên kedkar, hevrêtiya xwe ya bi wate, hatin naskirin.
HPG’ê soza dewamkirina têkoşîn û rêya her dû şehîdan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê (HPG NRÇ) derbarê şehîdên sala 2020’an de daxuyaniyek da.
HPG’ê anî ziman ku Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Sabrî Tendurek,
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê hevrêyê me Masîro Xabûr di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn.
HPG’ê derbarê kesayet û têkoşîna her dû gerîlayên şehîd wiha got:
Hevrê Sabrî Tendurek ji sala 1989’an dema tevlî nava refên PKK’ê bû.
Hevrê Sabrî heta bi sala 2016’an dema şehîd bû, 28 salan li çiyayên Kurdistanê bênavber bi rengê şoreşgerî meşiya.
Hevrê Sabrî di nava PKK’ê de bi kesayetiya xwe ya kedkar, hevrêtiya xwe ya bi wate, durustî, hate naskirin.
Hevrê Sabrî li gel gerîlatiya xwe ya bêhempa û wêrekiya xwe ya di şer de, rêberekî gel ê heqîqî û pêşengekî PKK’ê bû .
Hevrê Masîro Xabûr jî ji sala 1989’an dema tevlî nava refên PKK’ê bû û heta sala 2020’î dema şehîd bû, 31 salan gerîlatiyeke destanî kir.
Hevrê Masîro di salên herî zehmet de, li qadên şer ên herî giran, di demên herî dijwar ên têkoşîna rêxistinî de kar kir.
Weke fermandarê fedaî yê Apoyî navê xwe li dîrokê nivîsî ku Berxwedana Kobanê ya Dîrokî afirand .
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr re xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan da.
Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Sabrî Tendurek
Nav paşnav: Fetîh Şarlatan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Cemşîde-Adil
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyay

Nasnav: Masîro Xabûr
Nav paşnav: Bedîrxan Abo
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nerîman-Halît
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê



