Li Dêr Hafirê hêzên Hikûmeta Veguhêz êrişek bi dronê pêk anîn.
Di encama êrişê de zarokek 7 salî bi navê Îman El-Ebid birîndar bû.
Hat ragihandin di saetên piştî nîvro de hêzên Hikûmeta Veguhêz bi dironekê êrişî Dêr Hafirê kir.
Êriş li pişt Nexweşxaneya El-Raid a ku li kêleka Meqle’a Dêr Hafirê pêk hat.
Hat diyarkirin di encama êrişê de zarokek 7 salî bi navê Îman Elî El-Ebid ku ji Eşîra Cimêlîye birîndar bû.



