Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir.
Rêveberiya Tevgerê dibêje, “Gelê me îro bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşe.
Bila kes gumanan neke; gelê me wê vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna azadbûyînê bi serketî qezenç bike.”
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi boneya salvegera 47’an ya damezrandina PKK’ê, Cejna Berxwedana Neteweyî daxuyanî da.
Rêveberiya Tevgerê: PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi serketî lîst
Rêveberiya Tevgerê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdan, Gelê Kurdistanê û jinan pîroz kir û got,
“Em ketine salvegera damezrandina PKK’ê ku pêşengî ji têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd re kir û rola xwe ya dîrokî bi serketî lîst.
Gelê Kurdistanê vê pêşketina dîrokî ya damezrandina PKK’ê weke Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz dike.”
“PKK afrînerê mîrateyeke mezine ku buye malê dîrokê”
Rêveberiya Tevgerê diyar kir PKK afirînerê mîrateyeke mezin e ku bûye malê dîrokê û wiha dewam kir,
“Mejiyê mêtinger qirker û înkarê yê ku dixwest gelê me tine bike, şikandiye. Gelê Kurd ji tinebûnê rizgar kir û hebûna wî misoger kir.
Gelê Kurd bi PKK’ê bû xwedî hişmendî, îrade û nasnameyê. Bi PKK’ê xwe nas kir, li dijî hêzên ku dixwest wê tine bike têkoşîna hebûnê meşand û di vê têkoşînê de bi ser ket.
Bêguman ev têkoşîn di encama ked û berdêlên giran de bi ser ket. Bi deh hezaran milîtanên Apocî û welatparêzan canê xwe dan û şehîd bûn. Gelê me êşên giran kişand, berdêlên mezin da.”
“Rêber Apo stratejiyeke nû danî holê û pêwîstî bi fesixkirina pkk’ê dît”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin Rêber Apo piştî ku stratejiyeke nû di têkoşînê de danî holê, pêwîstî bi fesixkirina PKK’ê dît;
“Ev fesixkirin jî weke destpêka têkoşîneke nû nirxand. Di dema pêş de wê bi nirxên ku tevgera Apocî di nava 52 salan de afirand têkoşîn bê pêşvebirin; li ser vê bingehê wê Tirkiyeya Demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk bê afirandin.
Bi vî rengî hebûn û azadiya gelê Kurd wê misoger bibe û mêtingeriya qirker jî bi temamî têk biçe.”
“Gelê me bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşe”
Di dawiyê de hate diyarkirin têkoşîna ku bi keda hezaran şehîdan hate meşandin rêya ber bi gel ê azad, jin a azad, welatê azad û mirovahiya azad vekiriye û buye malê dîrokê;
“Gelê me îro bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li ser vê rêyê ber bi azadiyê ve dimeşe.
Bila kes gumanan neke; gelê me wê vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna azadbûyînê bi serketî qezenç bike.”



