Endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir di hevdîtina bi Rêber Apo re Sûriye mijara sereke bû.
Gulistanê diyar kir li ser mijara QSD’ê jî rawestiya û got,
“Birêz Ocalan girîngiya peymana 10’ê Adarê û pêkanîna wê destnîşan kir. Birêz Ocalan diyar kir ku divê ji bo Tirkiyê û Sûriyê nêzîkatiyeke ku maf û hebûna Kurdan nas dike bê qebûlkirin.
Eger li Sûriyê demokratîkbûnek rastîn tune be, ew ê di dawiyê de bibe dîktatorî.”
Parlementera DEM Partiyê û Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman Sûriye mijara sereke ya hevdîtina wan ya bi Rêber Apo re bû.
Gulistanê da zanîn endamên şandeyê bêtir pirs li ser Sûriyê pirsîn û wiha got,
“Bandora zêde ya pêvajoya Sûriyê li ser pêvajoya li vir û pêşketinên li Sûriyê mijara sereke ya civînê bûn.
Birêz Ocalan di çarçoveya tiştên li Sûriyê de pir zelal û rasterast got: ‘Demek pirr dirêj, rejîma Esed hebû, û taybetmendiya rejîma Esed di dawiyê de dîktatorî bû û ew bi salan bi vî rengî jiya.
Îro rejima Şerî heye. Eger demokratîkbûnek rastîn tune be, ew ê di dawiyê de bibe dîktatorî’. ”
“Bêyî demokrasî wê li Sûriyê dîktatoriyek nû ava bibe”
Gulistan diyar kir Rêber Apo ji bo Sûriyê li ser demokratîkbûna xwecihî rawestiyaye û wiha dewam kir,
“Birêz Ocalan teqez kir ku pêwîst e her kes, komun, meclis û civaka sivîl ava bike û bi vî awayî bi hebûna xwe beşdarî pergalê bibe, demokrasî ji bo vê yekê pêwîst e û bêyî demokrasiyê, dê li Sûriyê dîktatoriyek nû ava bibe û ev yek jî aramiyê nade gelên Sûriyê.
Ji aliyê entegrasyona demokratîk ve ji bo me hemûyan dê entegeriyî çi bibe pirseke bingehîn e. Entegrasyon tenê di nav pergalek bi rastî demokratîk de mimkun e.
Birêz Ocalan diyar kir ku divê hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo Sûriyê û hem jî ji bo hemû welatên ku Kurd lê dijîn nêzîkatiyeke ku maf û hebûna Kurdan nas dike bê qebûlkirin.”
“Birêz Ocalan girîngiya peymana 10’ê adarê destnîşan kir”
Endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir Rêber Apo li ser mijara QSD’ê jî rawestiya û got,
“Li Tirkiyê tê nîqaşkirin, ‘Gelo YPG dê çekên xwe deyne an na?’ Birêz Ocalan li ser vê mijarê rawestiya. Birêz Ocalan girîngiya demokratîkbûyînê destnîşan kir û got ‘eger demokratîkbûn tune be dê Şerî çi bike’.
Derbarê bêçekbûnê de birêz Ocalan girîngiya peymana 10’ê Adarê û pêkanîna wê destnîşan kir.
Wî bi taybetî pêwîstiya entegrekirina hêzên çekdar di nav artêşê de, lê di heman demê de pêwîstiya hêzên ewlehiyê yên herêmî jî destnîşan kir.
Birêz Ocalan yek weke ‘Wezareta Karên Navxwe’ û ya din jî weke ‘Wezareta Parastina Neteweyî’ pênase kir.
Yek wê weke artêşek entegereyî Wezareta Parastina Neteweyî bibe. Hêzên ewlehiyê yên herêmî wê entegreyî Wezareta Karên Navxwe bibin.”
“Birêz Ocalan bawer dike ku pirsgirêk wê bi danûstandinan çareser bibin”
Di dawiyê de Endama Komîsyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Rêber Apo bal kişandiye li ser girîngiya danûstandinan û got,
“Birêz Ocalan bawer dike ku pirsgirêkên li wir dikarin bi diyalogê werin çareserkirin. Bi zelalî û rasterast diyar kir ku ew ê di vî warî de pir bi bandor be û got, ‘Yên li wir jî dê guh bidin min’.
Lê teqez kir ku, ‘divê şert werin avakirin’ da ku ev çêbibe.



