Şêniyên Hesekê, koçberên Serê Kanî û Efrînê, bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Îro bi hezaran ji xelkê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber APO û pêkanîna mafê hêviyê û daxwaza bidawîkirina tecrîdê daketin qadan .
Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Faroq Tuzo got ku Dewleta Tirk naxwaza diyalog û banga aştiyê bigihêje serî ji ber vê jî her tim astengiyan derdixe.



