Li Kalîforniyayê ya Amerîkayê di êrişa çekdarî ya li hola boneyan de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.
Rayedarên polîsên Amerîkayê ragihandin :
Li bajarê Stocktonê yê Kalîforniyayê, êrişeke çekdarî li hola boneyan li dijî kombûna malbatekê pêk hat.
Rayedaran dane zanîn ku di êrişê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.
Berdevka Ofîsa Waliya San Joaquin, Heather Brent ku li cihê bûyerê daxuyaniyek da çapemeniyê got:
Di nav qurbaniyan de zarok jî hene, nîşanên destpêkê diyar dikin ku ev dibe ku gulebaranek armanckirî be.
Her wiha lêkolînera li ser êrişê dewam dike.



